Li Edirneyê 87 koçber hatin desteserkirin

14-09-2023
Nîşan Edirne Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê, 87 koçber hatin desteserkirin.

Koçberên ku hatin desteserkirin dixwest biçin Ewropayê.

Li gorî zanyariyên hêzên ewlehiyê yên Edirneyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qeçaxçitiya koçberan de li navenda bajêr û navçeyan bi beşdariya tîmên taybet operasyonek hat kirin.

Di operasyonê de, 6 koçberên Sûriyeyî yên di otomobîlekê de û şofêrê otomobîlê hatin desteserkirin.

Herwiha li şofêrê otomobîlê 4 hezar û 500 lîre ceza hat birîn.

Li navçeyên Lalapaşa, Uzunkopru û Meriçê jî 81 koçberên ku welatiyên Îran, Îraq, Filistîn, Pakistan, Efxanistan û Mexrîbê bûn hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê, piştî karên fermî ev koçber radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst