OHD û IHDê li ser rewşa xirab a girtiyan daxuyaniyek dan

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Parêzerên Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (IHD), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ên Şaxên Mêrsînê ya Çukurovayê di derbarê binpêkariyên ku li dijî girtiyên di Girtîgeha Ereglî ya Konya de raportek belav kirin.

Komeleya Parêzerên Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (IHD), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran li navenda OHDê ya Mêrsînê îro Çarşemê civîneke hevbeş a rojnamevanî sazkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li beramberî van girtiyan nêzîkatiyeke qanûnî tune ye û bi mebestên siyasî nêzîkî wan dibin.

Daxuyaniya ku ji aliyê parêzer Halîl Gungor ve hat xwendin de hat gotin, “Girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin, wan dernaxin cihê hevbeş yê hewa wergirtinê, di çarçoveya mafê tendirustiyê de girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê.”

Gungor her wiha diyar kir ku mafê wan yê hewa wergirtinê sînordar kirine û di nav rojê de kirine yek demjimêr. Wî got ev kiryar tê wateya tecrîtkirineke sîstematîk.

Gungor dibêje, ev kiryar ne tenê li girtîgeha Ereglî têne kirin, li seranserî girtîgehên Tirkiyê mafê girtiyan tên binpêkirin.

Halîl Gungor anî ziman, “Piraniya mirinên vê dema dawî di zindanan de çêdibin ku dibêjin “xwe kuştiye”, encama vê tecrîta girankirî ya li ser girtiyan e. Her wiha bi tenê hiştina girtiyan rê ji kiryarên xirab, îşkencekirina girtiyan û mirinên bi gûman re vedike.”

Di dauiyaniya her sê saziyan de hat xwestin ku girtî di jûrên yek kesî de neyên girtin, şert û mercê derketina wergirtina hewayê bên sererastkirin û dema wê bê dirêjkirin, girtiyên nexweş bo nexweşxaneyê bên şandin.