ISIG: Di 8 salan de 649 karkeran xwe kuştine

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlekarî û Tendirustiya Karker li Tirkiyê (ISIG) ragihand ku ji sala 2013ê ve heta niha 649 karkeran li wî welatî xwe kuştine.

Li gor ISIGê, di nava zêdetir ji 8 salan de 649 karkeran li Tirkiyê xwe kuştine û diyar kir, wan karkeran ji ber deyn, bêkarî û sedemên din xwe kuştine.

Endamê ISIGê Kansu Yildirim ragihand, “Ligel sedemên civakî û aborî bandora rewşa hestiyarî ya karkeran û derûniya wan jî di xwekuştinan de heye. Bênirxkirina ked û karkeran, pirsgirêkên aborî, biçûk dîtina karkeran ji aliyê xwediyê kar ve dibin sedem ku xwekuştin zêde bibin.”

Yildirim dibêje, 4 faktorên girîng ku dibin sedema xwekuştinan bêkarî, deyn, barê kar û zext in.

Berî niha ISIGê ragihandibû, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 8 mehên destpêka îsal de herî kêm 1202 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên ISIGê, di sala 2021ê de jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 2170 karkeran canê xwe ji dest dabûn ku rêjeya herî zêde di meha Nîsanê de bûye.