Kurdên Anatolyaya Navîn: Em bi hesreta Kurdistanê ne...
Enqere (Rûdaw) – Kurdên Anatolyaya Navîn weke her car cejna xwe pîroz kirin û bi gotina wan, hesreta axa Kurdistanê her di dilê wan de zindî ye.
Rûdawê îsal jî di cejna qurbanê de berê xwe da Kurdên Anatolya Navîn û bû mêvanê cejna wan.
Her çend ji aliyê pir kesan ve nayê zanîn jî lê li Anatolya Navîn li derdora bajarê Enqerê û Konyayê nêzîkî milyonek kurd dijîn. Ew kurde di demên cuda cuda de, ji Bakurê Kurdistanê ji aliyê siltanên Osmaniyan ve hatibûn surgunkirin ku ew êdî weke beşeke serbixwe ya Kurdan û bi navê “Kurdên Anatyolya Navîn” tên bi nav kirin.
Kurdên Anatolya navîn weke beşeke qedîm û resen a Kurdan hê jî hemû kevneşopîyên xwe zindî radigin.
Di vê Cejna Qurbanê de Rûdadawê weke take dezgehê Kurdî bû mêvanê Kurdên Anatolya Navîn. Her çend dîrok û serpehateya Kurdên Anatolya Navîn bi temamî nahê zanîn jî lê çi şik û goman nînin ku ew bi dehan eşîrên xwe rengekî taybet yên Kurdistanî ne.
Hunermend Bahrî Şahîn ji Rûdawê re wiha got: “Cejna me bi xêr. Em di cejnê de qurbanê serjêdikin. Biçûk diçin destê mezinan maçî dikin. Nexweş hebin ziyaret dikin. Kesên ku qurban nekirribin ji bo rizaya xwedê goşt didin wan. Yên rewşa wan baş be, normal be, ew qurbanê serjê dikin. Em pêşiya cejnê roja erefê diherin mezela miriyên xwe ziyaret dikin. Cejnê berê çawa bûn niha jî eynî dewam dike.”
Cejin û şahî û şinî kevneşopîyên giring in bu her miletekî, nifşeyên nû bi saya yên berê wan kevnoşopiyên xwe dizanin û dijîn. Kurdên Anatolyaya Navîn jî gellek giringiyê bi çand û reseneyên xwe yên Kurdî didin.
Kurdekî din ê Anatolya Navîn wiha axivî:
“Welah cejnên me yên nija wekî berê nîne. Berê em serê sibê radibûn. Em gundî gîşt çext dibûn ( digeriyan) , em diçûn malên hemûyan. Niha dema işê xwe teva kir em diçin malên cîranan.”
Di Cejna Qurbanê de Kurdên Anatolya Navîn, îsal jî gorî adet û çanda xwe cejna xwe pîroz kirin û ewan careke din aşkere kirin ku her çend bi sedan sal li ser surginkirina wan de derbas bibe jî lê hesreta axa Kurdistanê her di dilê wan de zindî ye.
Jinekeke Kurda Anatolya Navîn jî wiha behsa cejnê kir:
“Milet dihat ber derî, sifre datînan. Goşt diqewirandin. Cîran giştîî dihatin. Gund hebû û bajêr tine bûn. Zarokên me nediçûn bajêr gişt ba me diman. Paşî ev bajêr çêbûn.”
Kurdên Anatolya Navîn ji eşîrên weke Lakî, Rişvanî, Canbegî, Xelîkanî û Şêxbizeynî an jî Şêxbizinî pêk tên û gorî texmînan hejmara Kurdên Anatolya navîn derdora milyonekê ye.