Erdogan û Serokê Filistînê civiyan

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmûd Ebas Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re civiya.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ji bo pêşkêşkirina gotarê ji Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê çû paytexta wî welatî bajarê Enqereyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Mehmûd Ebas îro civiyan.

Civîn li Kulliyeya Serokkomariyê ji çapemeniyê re girtî bi rê ve çû.

Di rojeva her du serokan de şerê Xezeyê û pêngavên agirbestê hebûn.

Mehmûd Ebas dê sibe gotarekê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bike.

Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu meha borî li Kongreya Amerîkayê axivîbû, Erdogan nerazîbûn nîşan dabû û ji bo li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive Mehmûd Ebbas vexwendibû Enqereyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst