2 parlamenter û 13 serokên şaredariyan derbasî AK Partiyê bûn

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan AK Partî Salveger Damezrandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di merasîma  23emîn salvegera damezrandina AK Partiyê de 2 Parlamenter û 13 serokên Şaredariyan ên partiyên din û serbixwe derbasî AK Partiyê bûn.

Serokê Şaredariya Bêracûkê ku ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin jî di nav wan de ye.

Îro 23emîn salvegera damezrandina AK Partiyê ye ku zêdeyî 22 sal in li Tirkiyeyê li ser desthilatê ye.

AK Partiyê bi helkefta salvegera damezrandina xwe li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên cûrbicûr pîrozbahiyê li dar xistin.

Li Navenda Giştî ya AK Partiyê ya li Enqereyê jî çalakiyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin.

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê  Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî çalakiyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Di  merasîma damezrandinê de 2 Parlamenter û 13 Serokên Şaredariyan beşdarî AK Partiyê bûn.

Yek ji parlamenterê derbasî AK Partiyê bûye Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Seyîthan Îşsîz e ku piştî hilbijartinan ji partiya xwe îstîfa kiribû.

Parlamenterê din jî Ahmet Ersagun Yucel e ku di hilbijartinên sala borî de ji lîsteya CHPyê wekî Parlamenterê ÎYÎ Partiyê hatibû hilbijartin lê piştre wî jî îstîfa kiribû û bibû parlamenterê serbixwe.

Serokê Şaredariya navçeya Bêracûkê ya Rihayê Mehmet Begît ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin û mehek piştî hilbijartinê  îstîfa kiribû, derbasî AK Partiyê bû.

Erdogan rozeta partiya xwe bi Mehmet Begît ve kir. 

Her 13 serokên şaredariyan ên derbasî AK Partiyê bûne ev in:

 Serokê Şaredariya navçeya Saîmbeyliyê ya Edeneyê Mahmut Dal / Serbixwe

Serokê Şaredariya navçeya Fekeyê ya Edeneyê Comert Ozen / Partiya Yenîden Refahê

Serokê Şaredariya Bajarokê Bukardiyê yê navçeya Aricakê ya Xarpetê Alî Kaçmaz / Serbixwe

Serokê Şaredariya navçeya Ezîziyeyê ya Erziromê Emrullah Akounar / Partiya Yenîden Refahê

Serokê Şaredariya navçeya Xoristanê ya Erziromê Hayrettîn Ozdemîr / ÎYÎ Partî

Serokê Şaredariya navçeya Avnîkê ya Erziromê Nevzat Karasu / Partiya Yenîden Refahê

Serokê Şaredariya navçeya Doganhîsarê ya Konyayê Alî Oztoklu / Serbixwe

Serokê  Şaredariya Bajarokê Yoncaliyê ya  navçeya Kopê ya Mûşê Fehîm Kaya / Partiya Yenîden Refahê

Serokê Şaredariya navçeya Yeşîlovayê ya Mûşê Omer Faruk Yenîlmez / Partiya Yenîden Refahê

Serokê Şaredariya navçeya Çaybaşiyê ya Orduyê Mesut Karayîgît / Partiya Yenîden Refahê

Serokê Şaredariya navçeya Ayvacikê ya Samsunê Rafahatîn Şen / Partiya Yenîden Refahê

Serokê Şaredariya navçeya Bêracûkê ya Rihayê Mehmet Begît / DEM Partî

Serokê Şaredariya navçeya Banazê ya Uşakê Zafer Arpacî / Serbixwe

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst