RAPIRSÎ – Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?

14 demjimêr berê
Nîşan Rapirsî Hilbijartin Pirsgirêk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapirsiya SONRAê pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê “aborî” ye.

Kompanyaya Lêkolînana a SONARê tîrmeha borî li 26 bajaran bi 3 hezar û 271 kesan re li ser hilbijartinên pêşwext rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de pirsa “Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?” hat kirin.

Ji sedî 55,5ê beşdaran bersiva “aborî” daye.

Piştî aboriyê bi rêjeya ji sedî 3,8an enflasyon û bihabûna jiyanê û piştre jî pirsgirîkên koçber û bêedaletiyê tên.

Hilbijartinên pêşwext

Li gorî rapirsiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 51,4ê beşdaran hilbijartina pêşwext dixwazin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Li gorî we pêwîst e hilbijartinên pêşwext bên kirin?” hatiye kirin.

Ji sedî 51,4ê beşdaran bersiva “erê” daye û ji sedî 42,1ê beşdaran jî bersiva “na” daye.

Ji sedî 6,5ê beşdaran jî biryara xwe eşkere nekiriye.

Meha hezîranê di rapirsiya SONARê de ji sedî 48,1ê xelkê gotibû “Bila hilbijartina pêşwext neyê kirin.”

Meha tîrmehê rêjeya kesên hilbijartina pêşwext naxwazin ji sedî 6 kêm bûye.

Li gorî rapirsiyê, di saleke dawî de rewşa aborî ya ji sedî 72,3yê xelkê xirab bûye, ya ji sedî 17,9an neguheriye û ya ji sedî 8,7an jî baş bûye.

Ji sedî 67,5ê beşdaran gotiye di nava 6 mehên bê de rewşa aborî ya Tirkiyeyê dê xirabtir dibe û ji sedî 18,7an gotiye dê baş bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst