Zarokekî karker ê Rihayî li Orduyê mir

Hewlêr (Rûdaw) – Zarokekî 11 salî ku bi malbata xwe ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ji bo çinîna bindeqan çûbû bajarê Orduyê yê Tirkiyeyê, canê xwe ji dest da.

Sînan Enes Zîncîralmaz dema li bexçeyê bindeqan dixebitî gelek bindeq xwarin û rewşa wî ya tenduristiyê têk çû.

Sînan Enes Zîncîralmaz piştî vê yekê vereşiya û qalikên bindeqan di qirika wî de man.

Li ser vê yekê malbata Zîncîralmaz ew bir nexweşxaneyê lê tevî hemû hewildanên bijîşkan jî canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku ekîban, termê Sînan Enes Zîncîralmaz piştî karûbarên otopsiyê şand Rihayê.

Malbata Zîncîralmaz xelkê navçeya Wêranşarê ya Rihayê ye.

Ev malbat wekî karkerên demsalî berî demekê ji bo berhevkirina bindeqan çûbû bajarê Orduyê.