Hewlêr (Rûdaw) – Li Taxa Taksim a Stenbolê, du xortên Kurd ku stranên Kurdî yên evîndariyê digotin, hatin desteserkirin.
Li Cadeya Istiklal a Taksimê, şeva bihorî weke her car du xortên Kurd mijûlî gotina stranên Kurdî yên bi navê "Sebra min" û "Xerîbî" bûn û hin kes li derdora wan kom bibûn û guh dabûne stranên wan.
Piştî demekê otomobîleke ven ku çend kesên sivîl têde bûn, ji otomobîlê hatin xwarê û hişyarî dan wan xortên Kurd û piştre herdu xort desteser kirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, navê wan xortan Zana Zendo û Serhat Çelîk e.
Desteserkirina wan xortên Kurd ji ber xwandina stranên Kurdî, li ser medyaya civakî rastî berekên nerazîbûnê hat.
Bikarhênerên medyaya civakî girtina wan xortên Kurd rexne kirine û gotine, bi dehan kes bi zimanên cuda li Cadeya istiklal a Stenbolê disekinin û stranên bi zimanên ciyawaz dixwînin, lê tenê xortên ku stranên bi Kurdî dibêjin, rastî destwerdana hêzên hikûmetê dibin.
Li ser medyaya civakî herwiha rexne li wê yekê hatiye girtin, ku stranên Kurdî di demekê de li Stenbolê tê qedexekirin ku nêzîkî 5 milyon Kurd li wî baajrê Tirkiyê dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse