Rojnameyên Tirkiyê – Karayilan: Em hatin xapandin

14-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyê, îro bi giştî rojeva rojnameyan hevdîtinên pêkanîna hikûmetê bi taybet hevdîtina CHP û AKPê ye.

 

Îro (14ê Tîrmehê) manşêtên girîng ên rojnameyên Tirkiyê:


MILLIYET


- Erdogan di fitarê de axivî: siyaset ji heq neyê der dê millet vê yekê çareser bike.


- Baş dest pê kir; piştî 16 salan yekemîn hevdîtina li ser koalîsyonê di navbera AKP û CHP de dest pê kir. Davûdoglû: Hevdîtin dostane derbas bû. CHP: Divê koalîsyoneke ji bo 4 salan be..di hevdîtinan de behsa statuya Erdogan nebû.


- Dersxane nayên girtin. Dadgeha Destûrî biryara girtina dersxaneyan bettal kir.


HURRIYET


-Dersxane nayên girtin. Esasên biryara Dadgeha Destûrî: Mafê xwendin û perwedahiyê/ mafê xebatê bo perwerdekaran/ mafê kargêriyê, nabe bên binpêkirin.


- Hevdîtina yekem ya derbarê koalîsyonê germ derbas bû.


- Dadgeha îdarî, biryara birrina daran li zozanên herêma Derya Reş bettal kir.


SABAH


- Hevdîtinê 100 xulek ajot. Davûdoglu û Kiliçdaroglu li ser xalên hevpar li hev kirin; Pêbawerî û hikûmeteke xurt.


VATAN


- Geşbîniyeke bi îhtiyatî: CHP û AKP herdû alî jî li gel kadirên xwe yên aborî rûniştin li dor mêzê.


- Tayland ji 109 Tirkmanên Uygûrî, 60 kes teslîmî Tirkiyê kir yên din jî teslîmî Çînê kiribû.


CUMHURIYET


- Beramberî 86 Euroyî, Awrûpa Yûnanistan dîl girt.


-CHP bi jêstekê dest bi hevdîtinan kir, li ser mêzê behsa rewşa Erdogan nekir.


-Murad Karayilan: Emê li gor hikûmeta nû biryara xwe bidin. Karayilan, bi vekişînê me şaşî kir. Em bi soz û peymanên AKPê xapiyan ku gotin dê rêkûpêkiyên qanûnî dirust bikin.


TARAF


- Demîrtaş, em di pêvajoyê de li ciyekî kirîtîk in piştî 2 salan. Divê pêvajo ne ji ciyê lê mayî lê jê wêdetir, bi rê ve here û bi çareserî dawî lê bê.


-CHP pirsnameyekê li ser otomobîlên ne tomarkirî yên Sûrî kir. 6 hezar û 203 otomobîlên ji Sûrî ne tomarkirî ne li ba asayaîşê. Gumana ku ev otomobîl ketibin destê DAIŞê xurt dibe.


- NSA (Navenda Asayişa Netewî ya Amerîka) li guhdarîkirinê pêk aniye li ser 17 Kanûnê û tomariya dengan.


HABER TURK


- Ya bi xêr înşalla: Aborî zêdetir li pêş bû. Davûdoglu; An emê li ser hemû tiştî li hev bikin an jî nameşe.


- Xeta DAIŞ û Semsûrê: Li gor agahiyên Asayîşê herî zêde ji Semsûrê(Adiyaman), kes tevlî DAIŞê dibin. Li vî bajarî Cemaeta Wasat endaman kom dike ji bo rêxistinê,


YENÎ ŞAFAK


- 16 sal bi şûn de yekem hevdîtin li ser koalîsyonê.


- Atîna teslîm bû.


- 45 roj mabûn ku dersxane bibin dibistan, Dadgeha Destûrî bi biryareke seyr, ev yek betal kir.


AKŞAM


- Pêşî bawerî dû re muzakere.


- Ji Asayîşê hişyarıya bombeyan: Piştî biryara KCKê, emniyetê hişyarî şand ji bo 81 bajaran ku agahdar bin li hember êrîşên bombeyî.


TURKIYE


- Hemû komunîst li Rojava ne: Hemû rêxistinên çep û îllegal yên Tirkiyê weke TÎKKO û MLKP, PYD wek banê yekîtiyê ji xwe re pejirandin û li wê derê şer dikin.


GUNDEM


-We zimanê xwe xwar? piştî ku eşkere bû li Erdexanê ne PKK lê dewletê gulle barandiye li xelkê, ragihandina nêzîkî hikûmetê lal bû.


- Şehîdên Rojava li Dêrsimê hatin veşartin.PDK nehîşt cenaze ji Sêmalka derbas bibin, xelkê bertek nîşan da şûnda rê dan ku cenaze derbas bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst