Erdogan: Di nav tabloya niha de em nikarin bersiveke erênî bidin Swedê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya ji Qibrisa Bakur û Azerbaycanê de bersiva pirsên rojnamevanan da û mijarên di rojevê de nirxandin.

Erdogan îro 14ê Hezîrana 2023an di dema vegera ji serdanên xwe yên bo Qibrisa Bakur û Azerbaycanê de di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsa dibe hûn bo endambûna Swedê ya NATOyê bersiveke erênî bidin? Erdogan got, “Ev bendewariya Swedê, nayê wê wateyê ku em dê li gor wê bendewariyê tev bigerin. Bo em li gor wê bendewariyê tevbigerin, berî her tiştî divê Swed erkê dikeve ser milê wê cîbicîh bike.”

Erdogan behsa wê yekê jî kir ku ew di tabloya niha de nikarin bersiveke erênî bidin Swed û got, “Hûn dizanin beriya vê Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg li Koşka Dolmabahçe li Stenbolê mêvanê min bû. Dema hevdîtina ligel Stoltenberg, li Swedê terorîst li kolanan bûn û xwepêşandan dikirin. Em dê çi li vê yekê bikin, em dê çawa binirxînin, ku em bikaribin li Vilniusê bêjin temam bi rastî we ev kar xistiye rêya xwe û hûn êdî derfetê nadin terorîstan ku li kolanan xwepêşandanê bikin. Wê demê emê jî bêjin em bi nêteke baş nêzîkî mijarê bibin. Niha em di nav vê tabloya heyî de nikarin erênî nêzîkî vî karî bibin.”