Xelk daxwaza zêdekirina mûçeya kêmane û mûçeya xanenişînan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqere ya paytexta Tirkiyê xelkê ji bo baştirkirina mûçeyên xwe çalakî kirin û daxwaza zêdekirina mûçeya kêmane û mûçeya xanenişîniyê dikin.

Çalakiya nerazîbûnê ya xaneninîşan li Enqere ya paytexta Tirkiyê birêve çû. Hilbijartin bi dawî bûn û çavê xanenişîn û kesên bi mûçeyê kêmane dixebitin li ser hikûmeta nû ya Tirkiyê ne. Ew dibêjin bi vî mûçeyî nikarin bijîn û kirêya xaniyan gihiştiye mûçeyê wan.

Xanenîşîn Husnu Akkuş got, “Vê desthilatê di 20 salan de mûçeyê me li hember enflasyonê hiland. 14 milyon xanenişîn hene, di nav birçîbûn û hejariyê de bi şepirzeyî dijîn.”

Xanenîşîn Hatice Kabadayi anî ziman, “Ez 7 hezar û 500 lîre mûçe werdigrim. Ez nikarim debara xwe bikim, lê derbas dikim. Ez dixwazim sûdeke min bo zarokên min hebe, lê nikarim tiştekî bo wan bikim.”

Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmane ku ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tê roja 13ê Hezîranê civiya. Di civîna kabîneya Hikûmeta Tirkiyê ya 14ê Hezîranê de jî rojev mûçeyê kêmane ye.

Serokê Giştî Yê Sendîkaya Haber-Îşê Velî Solak got, “Wek TURK-Îş daxwaza me ew e ku ev civîn bi awayekî layiqî sedsala Tirkiyê bi dawî bibe û mûçeyê kêmane yê xwîşk û birayên me li gor şertûmercên îro yên bazarê, kirêya xaniyan û giraniya bazarê bê nûjenkirin. Niha li ser mûçe ti reqemek nîne.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê 10 hezar û 36 lîre û sînorê hejariyê 33 hezar û 752 lîre ye lê niha mûçeyê kêmane 8 hezar û 500 lîre ye ku dike 360 dolar û mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan 7 hezar û 500 lîre ye ku tenê dike 316 dolar.