Li Enqerê şofêrê ambulansê: Eger wezîr neyê ez dê xwe biteqînim

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya Paytexta Tirkiye şofêrekê ambulansê ku  nexweşê ligelk wî bo ti nexweşxaneyekê nehat wergirtin, wek karvedan  tupên oksîjenê yên di ambulansê  de vekirin û derî girtin û got : “Eger Wezîrê Tendirûstî neyê vir ez dê xwe biteqînim.”

Li gor zanyariyan îro 14ê Hezîrana 2022ê li Enqereya paytexta Tirkiye şofêrê ambulansekê xwestiye nexweşê di ambulansa wî de veguhêzê bo nexweşxaneyekê daku çareserî bo  bê kirin, lê piştî çûye çend nexweşxaneyan cih bo wî nexweşî peyda nekiriye.

Şofêrê wê amblansê li ser vê yekê ambulansa xwe weke karvedan bir ber deriyê Wezareta Tendirûstî ya Tirkiye û tupên oksîjenê vekirin, deriyên amblansê jî girtin û got: “Eger Wezîrê Tendirûstî neyê ez dê xwe biteqîtinim.”

Ew şofêr dibêje armanca wî bi vê çalakiyê ne gihandina zererê bo dewletê ye berovajî vê yekê wî ev çalakî bo balkişandina li ser mafê nexweşan kiriye.

Bi gotina şofêrê ambulansê rewşa tendirûstî ya nexweşê ku di ambulansa wî de bû ne cîgir bûye û nexweşê penceşêrê ye. Lê tevî  vê yekê, ti nexweşxaneyekê ew nexweş newergirtiye.

Li ser vê çalakiya şofêrê ambulansê hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê, rojnamevan û xelkên dora ambulansê dûr kirin û rê nedan ku rojnamevan dîmenan tomar bikin.

Hat ragihandin polîs niha hewil didin şofêrê ambulansê razîbikin daku xwe neteqîne û tîmên agirvemirandinê jî li ber deriyê Wezareta Tendirûstî amade ne.

Beşek ji dîmenên vê çalakiya şofêrê ambulansê li ser  medya civakî hatine belavkirin.