Rûdawê ji welatiyên Enqerê pirsî; Elewîbûna Kiliçdaroglu namzediya wî asteng dike?

14-06-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Enqere Hilbijartin Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Niştecihên Enqerê di wê baweriyê de ne kunasnameya elewîbûna Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li pêşiya namzediya wî ya serokomariyê nabe asteng. Welatiyên ji Rûdawê re axivîn gotin ku ew di baweriyê de ferqê nakin.

Li Tirkiyê ji bo hilbijartinên serokkomariyê eger di dema xwe de bên kirin nêzîkî salekê maye. Tê çaverêkirin ku hilbijartinên parlamento û serokomariya Tirkiyê di Hezîrana 2023an de bên kirin.

Her çend kêmî salekê ji hilbijartinan re mabe jî, hemû partî ji niha ve xwe ji bo hemû îhtîmalan amade dikin.

Tifaqa Cumhur ku ji Ak Partî û MHPê pêk tê kandîdê xwe aşkere kiriye û serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan dê bibe kandîdê vê tifaqê, lê Hevpeymaniya Millet ku ji 6 partiyan pêk tê heta niha jî kandîdê xwe aşkere nekiriye.

Nîqaşên cidî li ser kandîdbûna Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hene, li gorî hindek aliyan ji ber ku Kiliçdaroglu Elewî û Kurd e nikare dengekî baş bidest bixe lê li Enqerê piraniya xelkê dibêjin “ nexêr giring e ku kesekî rast û dirist be.”

Bayram Şîmşek welatiyekî Enqerê û karmendekî xanenişîn dibêje, “Di şertên asayî de lazim e cudahî neyê kirin. Elewî – Sunnî em hemû bira ne. Lê daxwaza me çi ye ? Em dibêjin paşeroja me, ya zarokên me ji her tiştî muhîmtir e. Tiştê ku em fikir li ser bikin paşeroja welatê me ye ji me giringtir ew e.”

Hayat Pinar, nişteciha Enqerê û xanima malê jî li ser mijarê nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Ez gellek giringîyê bi rast û durustiyê didim. Bila kesekî rast û durust be kî dibe bila bibe. Em hemû ewdên Xwedê ne û me yek Xwedê heye. Ez cudahiyê nabînin. Em bixwe jî Elewî me lê ez cudahiyê nabînim.”

Gulistan Karaca jî dibêje, “Bila mirov be, diz nebe û gendelkar nebe, binêr em xanenişîn ketine çi rewşê de. Ji bo me ne giring e Elewî, Sunî, Ermenî Kurd ferq nake bila mirov be mirov…  ez qurbana elewiyan bim xwezî hemû kes weke wan rast û dirist bana. Elewî baş in û ew ji Xwedê ditirsin. “

Welatiyekî din bi navê Mehmet Arslan dibêje, “Mirov dê dengê xwe bidinê lê yên ku nemirov in dibe ku ew dengê xwe nedin. Mijareke exlaqî ye. Serokomar an kesekî din nabe ku em li nasnameya wî ya olî û netewî binêrin. Ya giring exlaq e. Heke Kilicdaroglu kesekî xwedî exlaq be herkesê dê dengê xwe bidê. “

Nazîfe Demîrer nişteciha Enqerê û xanima malê diyar dike, “Nabe tiştekî wesa bê kirin. Nabe ku ferq û cudahîya ol û zimana bê kirin. Em hemû misilman in û em hemû hemwelatiyên vî welatî ne. Çima ferq bê kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst