Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji 2 kesan 1 deyndar e

14-06-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Deyndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Navenda Rîskê yên Yekitiya Bankeyên Tirkiye di salek dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara deyndaran 1.5 milyon kes zêde bûye û ew hejmar bi giştî bûyer 36 milyon û 52 kes. Bi vê yekê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 2 kesan kesek deyndar e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke di nav bazaran de zêde dibin. Welatiyên ku piraniya wan bi mûçeyên kêmane kar dikin, bi vê yekê rojane hêza wan a kirînê dikeve. Di demekê de ku li gor amarên Grûba Lêkolîna Enfilasyonê, rêjeya enfilasyonê li Tirkiye gihiştiye, zêdeyî ji sedî 160 welatî ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên sereke berê xwe didin bankeyan û xwe deyndar dikin.

Navenda Rîskê yên Yekitiya Bankeyên Tirkiye amarên  deyndarên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên Nîsana 2022ê belav kirin.

Li gor wan amaran welatiyan herî zêde krediya pêwîstiyê wergirtine û ji Nîsana 2022ê û şûnde hejmara kesên ku deyndarî bankeyan gihiştiye 36 milyon û  52 kesan. Ev hejmar di Nîsana 2021ê de 34 milyon û 538 hezar kes bû.

Bi vê yekê jî di salek dawî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye hejmara kesên ku deynê wan bo bankeyan heye 1.5 milyon kes zêde bûne. Wate li Tirkiye ji 2 kesan kesek deyndarî banekeyan e. Ev di demekê de ye 2 sal berî niha di meha Adarê de 32 milyon û 156 hezar kes deyndarê bankeyan bûn.

Li gor heman amaran deynê giştî yê krediya welatiyan jî ji Nîsana 2022ê û şûnde gihiştiye Trilyonek û 137  milyar lîre. Di demekê de ku ew deyn di Nîsana 2021ê de 902.5 milyar lîre bû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst