![Li seranserê Tirkiye û beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de baran dibare û lehî çêdibin Li seranserê Tirkiye û beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de baran dibare û lehî çêdibin](https://www.rudaw.net/s3/rudaw.net/ContentFiles/668277Image1.jpg?mode=crop&quality=70&rand=1&scale=both&w=752&h=472&version=4680412)
Li seranserê Tirkiye û beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de baran dibare û lehî çêdibin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta pêşbîniya keşûhewayê ya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê dê li beşeke zêde ya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare.
Rêveberiya Keşnasiyê ji bo îro Sêşembê 14ê Hezîrana 2022ê derbarê 7 jê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, 24 parêzgehan de hişyarî da û ji welatiyan daxwaz kir ku di egera karesatên xwezayî de tedbîrên xwe werbigirin.
Li seranserê Tirkiye û beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de baran dibare û lehî çêdibin û ew lehî dibin sedema ziyanên canî û maddî.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiye derbarê parêzgehên Erzerom, Erzîngan, Çewlîg, Meletî, Sêwaz, Xarpêt û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û 17 parêzgehên Tirkiyê de pêşbiniya keşûhewayê belav kiriye û dibêje: “Di navbera 14 û 20ê Hezîrana 2022ê de dê baran dembidem li seranserê welat bibare.”
Ev di demekê de ye 11ê Hezîrana 2022ê li Enqereya paytexta Tirkiye baraneke zêde bariya û piştî baranê cade û kolanên bajar di bin lehiyê de mabûn û 3 kesan canê xwe ji dest dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse