Lêkolînerê Zanîngeha Munzûrê di qezaya bisiklêtê de mir

14-06-2021
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Munzûrê Dêrsim Qeza Îsmaîl Taş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînerê Fakulteya Zanistên Îdarî û Aborî ya Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsîma Bakurê Kurdistanê Îsmaîl Taş ê 36 sal î li navçeya Suleymanpaşa di bûyera bisiklêtê de jiyana xwe ji dest da.

Lêkolînerê Zanîngeha Munûrê Îsmaîl Taş bi hevalên xwe re ji bo tûra bisiklêtê çû bajarê Tekîrdaga Tirkiyê. Taş pêr êvarê demjimêr di derdora 9 û nîvan de li nêzî gundê Yenikoya navîeya Suleymanpaşa kontrola bisiklêta xwe wenda dike û di bilindahiya 4 mêtreyan de ket nav xwarê, serê wî li kevîr dikeve û giran birîndar dibe.

Li ser agahiya hevalên wî, tîmên tendirustiyê Îsmaîl Taş radikin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jiyna xwe ji dest dide.

Hat diyarkirin ku Îsmaîl Taş ji ber tariya şevê û rêya fetlanek baş ber xwe nedîtiye û kontrola xwe wenda dike û di bilindahiyê de dikeve ji stû û serî birîndar dibe. Di dema qezayê de kaskê Taş li serê wî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst