Mehdî Eker: CHPê zimanê Kurdî qedexe kir

Navenda Nûçeyan – Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker amaje bi wê yekê kir ku zimanê Kurdî ji aliyê Partiya Komarî a Gel (CHP) ve hate qedexekirin û got: “Îro CHP û MHP mil bi mil in. Wê demê pêwîst e ku em hesab ji herduyan bi hev re bixwazin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker li bajarê Amedê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 24ê Hezîranê de li Navenda Perwerdeya ligel muxtaran civiya û got: “Kurdan ‘pirsgirêka Kurdî’ nîne lê ‘pirsgirêka PKKê’ heye.”

Mehdî Eker wiha axifî: “Li navçeya Dîleyê tişta ku 15 sal in HDPê nekiriye, qeyûm di heyama 16 mehan de dike û dê bike. Navçeya Lîce bûye wek gul. Heger hûn derfeta 24ê Hezîranê bikar neynin 5 salên din ên me heder bibin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Eker bal kişand ser mitînga namzedê bo serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce ya li Ameê de got: “Zimanê Kurdî CHPê qedexe kir. HDPê li Amedê piştevaniya mitînga namzedê CHPê yê bo serokomariyê kir. CHP a ku di heyama xwe de nasnameya Kurdî nas nedikir, rê nedida Kurd bi zimanê xwe biaxivin, kesên ku kurdî diaxivî ceza dikir, bûye sedema derketina pirsgirêka Kurdî, banga nimêjê kiriye tirkî û alimên Kurd îdam kiriye îro bi HDPê re mil bi mil e. Wê demê pêwîst e ku em hesab ji herduyan bi hev re bixwazin.”