Wezîrê Tirkiyeyê, Bafil Talebanî tehdît kir

14-05-2024
Nîşan Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler Bafil Talebanî Tehdîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler Serokê YNKyê Bafil Talebanî tehdît kir.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji rojnameya Milliyetê ya Tirkiyeyê re axivî.

Yaşar Guler, da zanîn ku wan çend caran Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî hişyar kiriye ku “pêwendiyên xwe bi PKKyê re qut bike.”

“Em dizanin em dê çi bikin”

Yaşar Guler behsa naveroka hişyariyên ku wan dane Bafil Talebanî jî kir û wiha got:

“Bafîl Talebanî jî hewl dide dawiya xwe bîne.

Divê ew zanibe ya ku ew dixwaze bike ew tişt in ku li hemberî wî ne.

Serokê me yê rêzdar, wezîrê me yê karên derve û  ez jî di nav de me gelek caran hişyariyên pêwîst dane.

Tirkiye welatekî bisebir e. Em dizanin em çi dikin û em dê çi bikin.

Her kes dibîne ku bê çi bi serê rêxistinê hatiye.

Eger Bafîl Talebanî bixwaze heman tişt bi serî wî de jî were, divê van çalakiyan bidomîne.

Me gelek caran jê re got ku divê bê ew çi bike.

Pêwîst e, pêwendiyên xwe bi rêxistinê re qut bike û ew herêma xwe ji PKKyê paqij bikin.”

Yaşar Guler di berdewamiya axaftina xwe ji de behsa helwêsta Îranê ya li hemberî PKKyê jî kir û da zanîn ku nêrîna wan û Îranê ya li PKKyê ne yek e.

Guler amaje bi wê yekê jî kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dê Îran jî bi “pirsgirêka PKKyê” re rûbirû bimîne û ew hêvî dike Îran çareseriyekê bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst