Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê tenê ji sedî 42,2yê Kurdan li mala xwe bi berdewamî bi Kurdî diaxivin.
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê di navbera 2-9ê Gulana 2024an de li 16 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya hezar û 276 kesan li ser axaftina bi zimanên dayîkê yên ji bilî Tirkî lêkolînek kir.
Lêkolîn li bajarên Amed, Riha, Xarpêt, Dîlok, Mêrdîn, Wan, Êlih, Şirnex û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Antalya, Çanakkale û Mêrsînê yên Tirkiyeyê hatiye kirin.
Li gorî encaman, tenê ji sedî 42,2yê Kurdan li mala xwe bi berdewamî bi Kurdî diaxivin.
Ji sedî 17,7ê beşdaran carinan bi Kurdî diaxivin û ji sedî 9,1ê wan jî qet bi Kurdî naaxivin.
Mêr zêdetir bi Kurdî diaxivin
Li gorî lêkolînê, jin li gorî mêran kêmtir bi Kurdî diaxivin.
Ji sedî 46,3yê mêran li mala xwe bi berdewamî bi Kurdî diaxivin û ji sedî 35,9ê jinan li mala xwe bi berdewamî bi Kurdî diaxivin.
Rêjeya axaftina bi berdewamî ya bi zimanê dayîkê di nav kesên navsere de herî bilind e û ji rêjeya kesên ji 65 salî mezintir bilindtir e.
Ji sedî 64,8ê malbatan li mala xwe bi Tirkî diaxivin
Herwiha tevî ku zimanê wan ê dayîkê ne Tirkî ye ji sedî 18,8ê malbatan li mala xwe bi Tirkî diaxivin.
Ji sedî 46ê malbatan jî zimanê dayîkê û zimanê Tirkî bi hev re diaxivin.
Bi tevahî ji sedî 64,8ê malbatan li mala xwe bi Tirkî diaxivin.
Ji sedî 70ê wan kesên ku zimanê wan ê dayîkê ne Tirkî ye li kolanê bi Tirkî diaxivin.
Herwiha di jiyana civakî de jî jin li gorî mêran zêdetir bi Tirkî diaxivin.
Ji her 5 kesan 1 zimanê xwe yê dayîkê nizane
Ji sedî 21,9ê welatiyên ku zimanê wan ê dayîkê ne Tirkî ye, zimanê xwe yê dayîkê nizanin.
Herwiha ji sedî 78,1ê welatiyên ku zimanê wan ê dayîkê ne Tirkî ye gotiye “Em zimanê xwe yê dayîkê baş fêhm dikin.”
Ji sedî 40,5ê wan gotiye “Em bi zimanê xwe yê dayîkê kêm diaxivin an qet naaxivin.”
Ji sedî 50,9ê wan jî gotiye “Em nikarin bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin.”
Ji sedî 58,9ê wan jî gotiye “Em bi zimanê xwe yê dayîkê dikarin kêm binivîsin an qet nikarin binivîsîn.”
Sedem çi ne?
Di lêkolînê de sedema fêhmnekirin û neaxaftina zimanê dayîkê jî hatiye pirsîn.
Ji sedî 38,6ê beşdaran gotiye “Em fêr nebûne çimkî kesek li malê naaxive û em fêr nekirine.”
Ji sedî 37,1ê wan gotiye “Ji ber em rûbirûyî cudakariyê nebin tenê em fêrî zimanê fermî kirine.”
Herwiha ji sedî 38,7ê beşdaran gotiye “Ji ber ku ez nikarim zimanê xwe yê dayîkê bi başî biaxivim, ez naaxivim.”
Ji sedî 33,9ê beşdaran gotiye “Ji ber ku li mal û derdora min kesek naaxive, ez jî naaxivim.”
Ji sedî 24,2ê beşdaran gotiye “Ji ber ku dibistan an çavkaniyek nebû ku ez fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibim ez fêr nebûm û nikarim biaxivim.”
Bav li gorî dayîkan zêdetir bi zimanê dayîkê diaxivin
Li gorî lêkolînê di nav malê de ji sedî 61,8ê dayîkan û ji sedî 63,4ê bavan bi giştî bi zimanê dayîkê diaxivin.
Di nav malbatan de bi daketina temen re axaftina bi zimanê dayîkê jî kêmtir dibe.
Zarokên 0-5 salî: Ji sedî 42,9ê wan qet bi zimanê xwe yê dayîkê nizanin û ji sedî 19,6ê wan jî gelekî kêm dizanin.
Zarokên 6-11 salî: Ji sedî 41,4ê wan qet bi zimanê xwe yê dayîkê nizanin û ji sedî 21,5ê wan jî gelekî kêm dizanin.
Zarokên 12-17 salî: Ji sedî 38,3yê wan qet bi zimanê xwe yê dayîkê nizanin û ji sedî 25,4ê wan jî gelekî kêm dizanin. D
Ciwanên 18-24 salî: Ji sedî 25,2yê wan qet bi zimanê xwe yê dayîkê nizanin û ji sedî 20,6ê wan jî gelekî kêm dizanin.
Li hêla din, ji sedî 67,2ê malbatan hewl didin zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin.
Ji sedî 98ê malbatan perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwazin
Ji sedî 98,4ê malbatan dixwazin zarokên wan bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibînin.
Ji sedî 32,8ê malbatan ji bo zarokên xwe serlêdana dersa nemecbûrî ya Kurmancî û Kirmanckî kiriye.
Ji sedî 16,4ê wan gotiye ji bo zarokên wan pola zimanê dayîkê hatiye vekirin û yên din jî gotiye bi hincetên cuda pol nehatine vekirin.
Ji sedî 99,4ê beşdaran li ser pirsa “Gelo hûn daxwaza parastin û bipêşxistina zimanê xwe yê dayîkê dikin?” bersiva “Erê” daye.
Metirsiya herî mezin çi ye?
Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa “Li gorî we metirsiya herî mezin a li ser zimanê we yê dayîkê çi ye?” hatiye kirin.
Ji sedî 52,5ê wan gotiye “Nebûna perwerdeya bi zimanê dayîkê.”
Ji sedî 17,4ê beşdaran gotiye “Axaftina malbatan a bi Tirkî ya bi zarokan re.”
Ji sedî 17,4ê wan jî gotiye “Polîtîkayên zext û asîmîlasyonê.”
Divê çi bê kirin?
Di lêkolînê de pirsa “Li gorî we divê ji bo parastin û bipêşxistina zimanê we yê dayîkê çi bê kirin?” hatiye kirin.
Ji sedî 36,1ê beşdaran gotiye “Divê bibe ziman perwerdeyê.”
Ji sedî 29,6ê beşdaran gotiye “Divê bi yasayê bê parastin.”
Ji sed3i 16,5ê beşdaran gotiye “Divê bibe zimanê fermî.”
Ji sedî 12,5ê wan jî gotiye “Divê malbat zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin.”
Cudakarî li kîjan qadên jiyanê herî zêde ye?
Mijara cudakariya li hemberî “zimanên ne-Tirkî” jî hatiye pirsîn û piraniya beşdaran gotiye:
“Di jiyana rojane de, li saziyên fermî û li ser medyaya civakî ji ber zimanê wan ê dayîkê li hemberî wan cudakarî tê kirin.”
Welatiyên ku zimanê wan ên dayîkê ne Tirkî ye herî zêde li saziyên fermî rûbirûyî cudakariyê dibin.
Li gorî bersivan rêjeya cudakariyê wiha ye:
Erê Carinan
Li saziyên fermî: Ji sedî 77,7 Ji sedî 11,6
Li saziyên tendursitiyê: Ji sedî 62,1 Ji sedî 23,5
Li saziyên perwerdeyê: Ji sedî 75,9 Ji sedî 13
Di veguhastinê de: Ji sedî 40,4 Ji sedî 28,5
Di konser û şahiyan de: Ji sedî 61,1 Ji sedî 19,4
Ji ber cil û bergan: Ji sedî 47,5 Ji sedî 19,6
Di bawerî, cejn û pîrozbahiyan de: Ji sedî 48,6 Ji sedî 20,5
Di jiyana civakî de: Ji sedî 31,2 Ji sedî 31,3
Li ser medyaya civakî: Ji sedî 46,6 Ji sedî 26,6
Li cihê kar: Ji sedî 48,4 Ji sedî 22,7
Li nav bajêr: Ji sedî 28,7 Ji sedî 27
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse