Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê: Pisûleya berbijêrên serokkomar nehatiye guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê dibêje, ti guhertinek di pisûleya dengdanê ya taybet bi berbijêrên serokatiya komarê de nehatiye kirin û di wê derbarê de rênmayî dane hemû berpirsên navendên dengdanê.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener îro Yekşemê 14ê Gulana 2023an li navendeke dengdanê ya Enqerê deng da û piştre bersiva pirsên rojnamevanan da. Yener li ser pirseke derbarê proseya dengdanê de got: “Bi rêya mesajan hemû berpirsên navendên dengdanê hatine agahdarkirin ku her bûyerek çêbibe, divê yekser me agahdar bikin û em bi xwe jî bi rêya mesajan berdewam wan agahdar dikin.”

Ahmet Yener bersiva pirseke derbarê egera guhertina di pisûleya dengdanê ya taybet bi serokatiya komarê da û got: “Me doh jî got û îro jî tekez dikin; di pisûleya dengdanê ya taybet bi berbijêrên serokkomar de ti guhertinek nehatiye kirin. Nav û wêneyên her çar berbijêran li ser e û me ji hevalên xwe re gotiye ku nabe destkariya wêneyê berbijêr vekişiyayî bê kirin û min bi xwe rênmayî dane berpirsên navendên dengdanê, min hişyarî daye wan ku nabe bi ti awayekî destkariya pisûleyan bê kirin.”

Axaftina Yener di demekê de ye ku roja 11ê Gulanê Serokê Giştî yê Partiya Memleket û Berbijêrê Postê Serokatiya Komara Tirkiyê Muharrem Înce ji berbijêriyê vekişiya û bi wî awayî sê berbijêr mane; Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sinan Ogan.