Erdogan: Em bi rêjeyeke zêde li pêş in

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Erdogan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Berbijêrê Serokomariyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya îşev de li Enqerê têkildarî encamên hilbijartinan axivî û got, “Her çend hejmarên fermî ne diyar bin jî, em di rêjeyeke zêde li pêş in.”

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Recep Tayyip Erdogan, îşev 15ê Gulanê li navenda partiya xwe AK Partiyê derbarê encamên hilbijartinê de axivî.

Recep Tayyip Erdogan bi gotina dê encamên fermî dê hêj bên ragihandin, tekez kir: “Em li benda nîşandana îradeya neteweyî ne.”

Erdogan got, “Welatê me bi hilbijartinên 14ê Gulanê careke din şahiyeke demokrasiyê bi serbilindî temam kir. Me di jiyana xwe ya siyasî de her wext rêz li biryara xelkê girtiye. Eger hilbijartin bimîne gera duyemîn biryara xelkê me li ser serê me.”

Erdogan dibêje, weke Hevpeymaniya Cumhur piraniya parlamentoyê bi dest xistine.

Erdogan herwiha rexne li Hevpeymaniya Millet girtin û ew bi hevaltiya “terorê” tohmetbar kirin û got: “Em ne ligel Selo bûn ku li Diyarbekirê bû sedema mirina birayên me yên Kurd. Me pişta xwe ne spart Qendîlê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst