Ekrem Îmamoglu: Dengê Kiliçdaroglu ji sedî 49 e

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş derbarê encamên hilbijartinê de daxuyanî dan.

Ekrem Îmamoglu da zanîn ku dengên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di destpêkê de bilindtir hatin nîşandan, her ku diçe kêm dibe û got: Li gorî daneyên heyî dengê serokê me ji sedî 49, dengê Erdogan jî derdora ji sedî 45 e.

Li gorî daneyên Ajansa Anadoluyê, rêjeya dengên Erdogan niha ji sedî 50,01 e; rêjeya dengên Kiliçdaroglu jî ji sedî 44,21 e.

Lê li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Ankayê rêjeya dengên Erdogan niha ji sedî 48,90 e; û rêjeya dengên Kiliçdaroglu ji sedî 45,36 e.

Îmamoglu di daxuyaniyeke din de ragihand: “Di daxuyaniyên ku me ji destpêkê ve dane de, rastî hêdî hêdî derdikeve holê. Manîpulasyona ku ji sedî 60 dest pê kir, daket ji sedî 45an. Niha 7 milyon û 500 hezar dengên ku neketine nava sîstemê hene.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş piştî Îmamoglû axivî û got, “Bi îhtîmaleke mezin (hilbijartin) ma ji bo gera duyem.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst