Akşener: Divê her kes rêzê li encamên hilbijartinê bigre
Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener got: “Wek Hevpeymaniya Millet, me bêyî cudakarî guh da pirsgirêkên dengdêran û çareserî pêşkêş kir.”
Meral Akşener, îro 14ê Gulanê ji bo hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê li navçeya Beylerbeyî ser bi parêzgeha Stenbolê dengê xwe da.
Akşener got: "Hêvî dikim ji bo milet û welatê me li ser xêrê be. Em bi dostanî xebitîn. Min li 45 cihan mitîng saz kir. Min li 54 xalan bername kir. Îmamoglu li 66 cihan, Yavaş bi heman awayî, Kiliçdaroglu jî bi heman awayî. Me hemûyan gelek xebat kir. Me wek Hevpeymaniya Millet, bêyî cudakarî guh da pirsgirêkên dengderan û çareserî pêşkêş kir.”
Akşener herwiha dibêje, biryara ku xelk bide li ser serê wan e û divê her kes rêzê li encamên hilbijartinê bigre.
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li Stenbolê deng da#Hilbijartin2023 #Secim2023
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 14, 2023
Wêne: AA pic.twitter.com/Kgw4ja9Cw5