Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan: 15 rojên din li pêş me hene

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya  ATAyê Sînan Ogan têkildarî encamên hilbijartina serokomariyê de got: “Diyar e hilbijartin bo tûra duyemîn dimîne. 15 rojên din ên dijwar li pêşiya hene."

Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya  ATAyê Sînan Ogan têkildarî hilbijartinan û encamên wê li ser daxuyanî da.

Sînan Ogan diyar kir ku ew ji destpê ve li bendê bûn ku hilbijartinên serokomariyê Tirkiyê bo tûra duyemîn bimîne û got: “Weke Hevpeymaniya ATA em rastî her cure êrîşan hatin. Lê em her tim li gorî planê tevgeriyan. Me ji roja ewil û vir ve digot ku partiyên wek HDP û HUDA PARê ku xwe ji terorê dûr naxin hesabê wê yekê dikin ku xwe weke partiyên kilîl nîşan bidin, lê me ew hesabê wan têk bir. Tişta ku me ji destpêkê ve pêşbînî kiribû ew bû hilbijartin bo tûra duyemîn bimînin.”

Ogan di berdwamiya axaftina xwe de got: “Wiha xuya dike ku hilbijartin bo tûta duyemîn dimîne. Neteweperestên Tirk û Kemalîst dê bibin diyarkerên tûra duyemîn. 15 rojên din ên dijwar li pêş me hene û em dê bi hemû hêza xwe di vê demê de encameke baş ji bo milet û welatê xwe bidest bixin. Em ê ti carî nebêjin em piştgiriyê didin vî alî yan aliyê din. Em dê bi partiyên ku Hevpeymaniya ATAyê pêk tînin bişêwirin û di encama van şêwiran de biryarê bidin.”