Kiliçdaroglu hişyarî da YSKê

14-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bang li alîgirên xwe kir û got: “Divê çavdêrên sindoqan û wezîfedarên me yên di lijneyên hilbijartinê de qet ji cihê xwe neterikînin. Em dê îşev nerazin."

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser rewşa dawî ya hilbijartinan li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe de dibêje: “Lîstika ku ji sedî 60 dest pê kir niha daketiye binê 50î. Divê çavdêr û berpirsên lijneya hilbijartinê tu carî cihê xwe neterikînin. Em dê îşev nerazin. Ez hişyarî didim Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK), divê hûn amarên li parêzgehan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst