Îmamoglu û Yavaş: Em li pêş in

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Ekrem Îmamoglu Mansur Yavaş CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş derbarê encamên hilbijartinê yên ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve hatin eşkerekirin de ragihand ku jê bawer nekin û gotin: “Em li seranserê Tirkiyê li pêş in.”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş têkildarî amar û rewşa hilbijartinan de daxuyaniyek dan.

Ekrem Îmamoglu got: “Ajansa Anadoluyê ketiye rewşeke nebatî. Li ser sindoqên ku Kiliçdaroglu li pêş e, her tim îtîraz tên kirin. Ajansa Anadoluyê jî van sindoqan hesap nake. Li daneyên AAyê nenêrin, ew we dixapîne.”

Îmamoglu amaje bi wê yekê kir ku Ajansa Anadoluyê di hilbijartinên berê de jî pêştir amarên rast belav nedikir û got: “Dema mirov li van hejmaran dinêre bi rehetî em dikarin bibêjin ku berbijêrê me yê serokomariyê Kiliçdaroglu dê îro wek Serokomar bê hilbijartin. Encam di astekê de ne ku dê we kêfxweş bike. Em bi tevahî li meseleyê dinêrin, em eşkere li pêş in.”

Mansur Yavaş jî amarên hilbijartinê eşkere kirin û got: “Li gorî daneyên ku di destê me de ne; ji sindoqên ji sedî 23,87 hatine vekirin, serokê me Kemal Kiliçdaroglu li pêş e. Ji me bawer bikin. Dema ku encam hatin em ê we agahdar bikin. Em naxwazin bikevin rewşa AAyê.

Birêz Serokê me ji sedî 47,42, Erdogan ji sedî 46,80, birêz Sînan Ogan jî ji 5,33 dengan wergirtiye. Em li Enqere, Stenbol û Îzmîrê li pêş in û heta niha me ji van sindoqan gelek deng nehatine. Em hêvî dikin ku bi dengên bajarên mezin em dê pêvajoyê di wextê xwe de temam bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em dê di tûra yekem de bi ser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst