Davutoglu bang li dengderan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu piştî bidawîbûna proseya dengdanê daxuyaniyek da û ragihand, “bang li hemû dengderên me dikim, sindoqên ku têde dengdanê xwe dane bişopînin û dengê xwe biparêzin.”

Piştî ku pêvajoya dengdanê bi dawî bû, bi destpêkirina hejmartina dengan re, Serokê Partiya Pêşerojê Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Davutoglu bang li dengderan kir ku sindoqan biparêzin.

Davutoglu got: “Sindoqên dengan bê bûyer hatin girtin û ez dixwazim hejmartina dengan jî bê bûyer biqede. Ez bang li hemû dengderên me dikim ku sindoqa ku lê deng dane bişopînin û hejmartina dengan bişopînin da ku dengên xwe biparêzin.”

Serokê Partiya Pêşerojê herwiha ji ber beşdariya di hilbijartinan de spasiya welatiyên Tirkiyê kiriye.