Li ser sindoqên dengdanê 3 kes bi kirîza dil mirin

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema dengdanê de, li sê bajarên Tirkiyê sê welatiyan li ser sindoqên dengdanê kirîza dil derbas kirin û canên xwe ji dest dan.

Îro Yekşemê 14ê Gulana 2023an li Tirkiyê ji demjimêr 8:00ê sibehê ve dengdana bo hilbijartina Serokkomar û Parlamentoya Tirkiyê destpê kir û di serê saet 17:00an de sindoq hatin girtin û dengdan bi dawî hat. Piştî bidawîbûna dengdanê, li navendên dengdanê yekser hejmartina dengan dest pê kir.

Di dema dengdanê de li sê bajarên Tirkiyê li ser sindoqên dengdanê kirîza dil li sê welatiyan da û canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan li bajarê Rîze ya Tirkiyê demjimêr 09:00 li Bazara Çayê ya ku sindoqên dangdanê lê hatibû danîn berpirsê sindoqan ê AKPê Şeref Kurt ê 64 salî kirîza dil lê daye û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaçkar hatiye birin. Lê tevî hemû hewldanên pizîşkî Kurt li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Herwiha li navçaya Akçaabakê ya ser bi parêzgeha Trabzonê ve jineke 75 salî ya bi navê Aysel Ulusoy dema xwestiye deng bide kirîza dil lê daye. Berpirsên sindoqan û xizmên wê ew ji kabîneya dengdanê derxistine. Li ser agadarkirinê tîmên tendirûstiyê hatine wir û ew veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Akçaabat, lê tevî hemû hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Di heman demê de li navçeya Espiye ser bi parêzgeha Giresunê jî Îsmaîl Yildiz ê 85 salî li ser sindoqên dengdanê kirîza dil lê daye û canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst