YSK: Qedexeya weşanê hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku qedexeya weşanê hatiye rakirin.

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dema dengdayîna ji bo hilbijartina Serokomar û Parlementerên Heyama 28an di saet 17.00yan da bi dawî bû û proseya hejmartina dengan destpê kir.

Serokê Giştî yê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku qedexeya weşanê ji saet 18.30 pê ve hatiye rakirin.

Yener di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hilbijartin bi awayeki aram qediya.