Serokê YSKê derbarê proseya dengdayînê de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet diyar kir ku li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê proseya dengdayînê bi dawî bûye û got: “Di Hilbijartina Giştî ya Serokkomariyê û Parlamenteriya Serdema 28an de proseya dengdayînê bi dawî bû û heta niha rewşeke neyînî derneketiye holê.”

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dema dengdayîna ji bo hilbijartina Serokomar û Parlementerên Heyama 28an di saet 17.00yan da bi dawî bû. Li dervayî Tirkiyê jî dengdayîn di 9ê Gulanê de bi dawî bibû.

Serokê Giştî yê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di pêvajoya dengdayînê de muşahîdekî partiyê û 2 welatiyan ji ber celta dil canê xwe ji dest dane.

Ahmet Yener got: “Di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Meclisê ya ku di 14ê Gulana 2023an roja Yekşemê hat kirin de proseya dengdayînê bi dawî bûn. Heta niha ti rewşeke neyînî li derneketiye.”

Yener spasiya partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinê bûne, rêxistina navendî, lijneyên hilbijartinê yên parêzgeh û navçeyan, berpirsên sindoqan û kesên ku di astên curbecur de dixebitin, wezaret, saziyên pêwendîdar, hêzên ewlehiyê û endamên çapemeniyê yên ku pêvajoyê şopandine kir.