Erdogan daxuyanî da: Sindoqan biparêzin

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bidawîhatina proseya dengdanê, Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan got, “Niha jî weke her car dem hatiye ku bi awayekî bihêz em xwedî li sindoqan derkevin.”

Dengdana ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê ya Serdema 28an li seranserê Tirkiyê di saet 17.00an de bi dawî hat.

Piştî girtina sindogan, hejimartina dengan li hemû navendên dengdanê dest pê kir.

Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê twitterê banga "parastina sindoqên dnegdanê" kir.

Erdogan di peyama xwe de wiha dibêje:

“Rêheval û hevdozên hêja,

Pêvajoya dengdanê bi şiklekî ku li gora demokrasiya me ye bi dawî bû. Niha jî wek her carê dem hatiye ku em li ser sindoqan bisekinin. Heta encam bi dest nekevin, parastina îradeya gelê me berdewam bikin!”



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst