Abdullah Gul li benda dora xwe ma û deng da

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Tirkiye Abdullah Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 11emîn Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul li navçeya Beykozê ya Stenbolê di navendeke dengdanê de amade bû û dengê xwe da.

Abdullah Gul li Dibistana Seretayî ya Şehîd Îsmaîl Kefal a li Taxa Çubukluyê ya Beykozê deng da.

Gul ku bi hevjîna xwe Hayrunnisa Gul re çû dibistanê, ji ber qerebalixê demekê di nobetê de rawestiya û paşê li ser sindoqa bi hejmara 1140 dengên xwe avêtin sindoqê.

Abdullah Gul bi welatiyan re sohbet kir û wêneyê bîranînê kişand.

Gul piştî ku dora wî hat, dengê xwe bi kar anî û piştre spasiya rayederên navenda dengdanê kir.

Serokkomarê berê yê Tirkiyê, piştî ku ji navenda dengdanê derket, daxuyanî da çapemeniyê û hêvî kir ku hilbijartin ji bo Tirkiyê bi fêde bin.

Abdullah Gul got: “Dema herî girîng a demokrasiyê dema îradeya gel tê sepandin e. Tirkiye jî dem bi dem ku wext hat serî li vîna milet da. Me îro erka xwe ya sivîl bi vî awayî pêk anî. Bi hêviya ku di dawiyê de ji bo gelê me sûdmend be. Hêvîdar im ku jîngeheke aram û rêzdar a hilbijartinan pêk were û ji niha ve ya xêrê dixwazim.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst