Înce: Hevalên min ên berê jî di nav de ez dê doz li her kesî vekim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welat Muharrem Înce gazinan ji rojnamevanan ki û got “Hûn nûçeyan xelet çêdikin. Li rastê de rêxistineke terorê heye. Dîmenan ji malpereke pornoyê wergirtine serê min danîne serê. Lê yên ku vê belav dikin, ez dê li wan hemûyan doz vekim. Hevalên min ên berê jî di nav de.”

Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce yê ku ji berbijêriya serokkomariyê vekişiyabû bi hevjîna xwe Ulku Înce re li Enqerê çûn ser sindoqê û dengên xwe dan.

Muharrem Înce piştî dengdanê daxuyaniyek da.

Înce, ji ber propagandaya ku li dijî wî hatiye kirin gazinan ji rojnamevana kir û got “Hûn nûçeyan xelet çêdikin. Li rastê de rêxistineke terorê heye. Dîmenan ji malpereke pornoyê wergirtine serê min danîne serê. Komploya kaseta çi? Li rastê kaset tune. Ji kerema xwe nûçeyan rast çêbikin.”

Herwiha Înce dibêje “Yên ku van derdixin rastê FETO ye. Lê yên ku vê belav dikin, ez dê li wan hemûyan doz vekim. Hevalên min ên berê jî di nav de.”

Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce di 11'ê Gulanê de li navenda partiya xwe bi daxuyaniyekê ragihandibû ku xwe ji berbijêriya serokkomariyê vekişandiye.