Li Stenbolê cejn: Ji ber zedebûna geştyaran hinek cih xitimîn

14-04-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Ji ber zêdebûna geştyaran çûn û hatina Stenbolê gelek zehmet bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ji ber zêdebûna geştyaran çûn û hatina Stenbolê gelek zehmet bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Geştyar Betlane
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Di cejnê de hema bêje hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeyeka zêde ya geştyaran dihewînin.

Bi taybetî bajarên ku li kêleka behran cih digirin bi geştyaran mişt bûn.

Lê li Stenbolê rewşeke gelekî balkêş derket û zêdehiya geştyaran kir ku li hin cihên bajêr jiyan raweste.

Cihên veguhastinê xitimîn

Bi taybetî rawestgehên metroyan, otobus, tramvay û qada veguhestinê li gelek cihan xitimîn.

Li çar aliyê bajêr jî qerebalixeke gelekî zêde ya geştyaran çêbû û ew rewş hîn jî berdewam dike.

Emînonuya Stenbolê û Pira Galatayê bûn wekî roja mehşerê û xelkê hevûdin berling kir.

Bi boneya cejna remezanê Stenbol vê carê aram nema û jiyan lê zehmettir bû li gorî rojên ji rêzê.

Bi sedhezaran geştyarên biyanî û xwecihî mêrg û park, perav û meydanên bajêr dagirtin.

“Gelek biyanî hatine”

Geştyar Can Poyraz got:

“Weleh em çûne ba eqrebeyên xwe me got cejne em bêhna xwe derînin lê belê her der gelekî qerebelix e.

Gelek biyanî hatine. Divê mirov here cihên aramtir û xwezayî.”

Welatiyê bi navê Ramazan Deger jî got, “Îro cejn e em neşuxulîn û em ji xwe re digerin. Xwedê hez bike em dê herin Uskudarê.”

Tevî ku li gorî texmînan derdora 3 milyon kesên ji niştecihên bajêr derketine derve jî qerebelixa bajêr zêdetir bûye.

Ji dora 100 welatî geştyarên biyanî û ji 81 bajaran jî geştyarên xwecihî berê xwe da Stenbolê.

Li gorî texmînan rêjeya geştyarên biyanî tenê di cejnê de ji du milyonan derbas bûye.

Li hemû meydanan heşermeşer û bereketa geştyaran e.

“Welatê me di nava welatên xeter de ye”

Rêbera geştyaran Sevînç Kurtulanê jî got:

“Reklameke gelekî baş a welat hat kirin û Ewropiyan jî dest pê kiriye têne welatê me.

Helbet geştyariya bi kêştiyan jî bandorekê dike û geştyar zêde ne.

Lê mixabin welatê me hîn jî di nava welatên xeter de ye û ji ber wê gelekî rezervasyon jî têne betalkirin.”

Kapasîteya otêlan ji sedî 60 tije bû

Li gorî saziyên geştyariyê, kapasîteya otêlên li bajêr ji sedî 60 tije bûye û tevî geştyarên ji welatên rojhilata navîn, îsal rêjeya Ewropiyan jî zêde bûye. 

Ji ber ku bi dirêjahiya cejnê veguhastin jî bi temamî belaş e, niştecihên bajêr jî ji malên xwe derketine û meş, geşt gera li nava bajêr ji kêf û kêfxweşiyê derketiye û bûye zehmetiyek mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst