Bi hinceta PKKyê 49 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li 19 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê” 49 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
“Bi serpereştiya Serdozgeriyên Komarê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Serokatiya Daîreya Terorê ya Ewlehiyê û Serokatiya Îstixbaretê operasyona Bozdogan-25ê hatiye kirin û 49 gumanbar hatine desteserkirin.”
Operasyon li bajarên Stenbol, Edene, Bîlecîk, Duzce, Edîrne, Eskîşehîr, Kocaelî, Manîsa û Samsun ên Tirkiyeyê û li bajarên Amed, Riha, Şirnex, Agirî, Êlih, Erzirom, Dîlok, Mereş, Kilîs, Mûş û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê hat kirin.
Yerlîkaya da zanîn ku 49 kes bi hinceta “propagandaya rêxistinê ya li ser medyaya civakî”, “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatine desteserkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.