Bîlançoya trafîkê ya cejnê: 66 mirî, 8 hezar û 352 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 8 rojên betlaneya cejnê de 4 hezar û 998 qezayên trafîkê çêbûne û 66 kesan canê xwe ji dest daye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 9 roj betlaneya fermî ya Cejna Remezanê hat ragihandin.

Piraniya welatiyan ji bo ku cejnê bi xizmên xwe yên li bajarên din re derbas bikin ketin ser rêyan û hinek ji wan di rê de bi otomobîlên xwe qeza kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê bîlançoya qezayên trafîkê yên 8 rojên betlaneya cejnê eşkere kir.

Yerlîkaya da zanîn ku di 8 rojên betlaneya cejnê de 4 hezar û 998 qezayên trafîkê çêbûne.

Li gorî amarên hatine belavkirin, di encama wan qezayan de 66 kesan canê xwe ji dest daye û 8 hezar û 352 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya herwiha got:

“Di roja 8emîn a betlaneya cejnê de 628 bûyerên trafîkê çêbûn.

382 hezar û 467 otomobîl hatine kontrolkirin.

Li 25 hezar û 215 otomobîlan cezayê lez û radarê û li 34 hezar û 407 otomobîlan jî cezayên cur bi cur hatine birîn.”