Doza Kobanî: Ji bo Demirtaş û Yuksekdag cezaya heta hetayê hat xwestin

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Doza Kobaniyê de Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ên hevserokên berê yên HDPê jî di nav da ji bo 36 tohmetbaran cezaya girtîgehê ya heta hetayê hat xwestin.

Xula 3emîn a rûniştina 24emîn a Doza Kobaniyê ku 107 siyasetmedarên di nav de hevserokên berê yên HDPê jî hene û bi hinceta bûyerên Kobaniyê yên di 6-8ê Cotmeha 2014an de tên darizandin birêve çû.

Cezaya girtîgehê ya heta hetayê hat xwestin

Bi hinceta bûyerên 6-8ê Cotmeha 2014an ên li dijî êrîşên çekdarên DAIŞê yên li ser Kobaniyê, xula 3emîn a rûniştina 24emîn a darizandina hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demirtaş û Figen Yuksekdag û endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî di nav de 107 kesan li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin.

Dozger ji bo 36 kesan herî kêm carekê cezaya girtîgehê ya heta hetayê ya giran xwest. Di nav kesên ku cezaya girtîgehê ya heta hetayê ji wan re hate xwestin ji bilî hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demirtaş û Figen Yuksekdag, berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan, Ayhan Bîlgen, Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî heye.

Di daxwaza dozgeriyê de hat gortin, “Tohmetbar Ahmet Turk, Bîrcan Yorulmaz, Alî Urkût, Alp Altinors, Altan Tan, Ayhan Bîlgen, Ayla Akat Ata, Aysel Tugluk, Ayşe Yagci, Bulent Parmaksiz, Cîhan Erdal, Dilek Yagli, Emîne Ayna, Fîgen Yuksekdag Şenoglu, Sirri Sureyya Onder, Gulser Yildirim, Gultan Kişanak, Gunay Kubilay, Îsmaîl Şengul, Zekî Çelîk, Pervîn Oduncu, Sebahat Tuncel, Zeynep Karaman divê li gorî bendên cezayê werin cezakirin û berdewamiya girtina wan, ji bo kesên ku ne girtî biryara girtinê bê dayîn.”

Di daxwaza dozger de ji bo 36 kesan bi tawana "xerakirina yekîtiya dewletê" cezaya girtîgehê ya heta hetayê ya giran hat xwestin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên nexweşa demansê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, di çarçoveya CMK 109an de bi şertê kontrola edlî berdewamiya azadiya wan jî hat xwestin.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst