Deynê Tirkiyê yê demkurt 153 milyar dolar e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynê Tirkiyê yê dem kurt heta dawiya meha Sibata 2023ê, ku pewîst e di nav salekê de bê dayîn 153 milyar û 100 milyon dolar e. Deynê dem kurt ê Tirkiyê li gor dawiya sala 2022ê %3.1 zêde bûye.

Banka Navendî ya Tirkiyê, amarên deynê dem kurt ê derve yê heta dawiya meha Sibata 2023ê eşkere kir.

Deynê Tirkiyê yê dem kurt bo derve di dawiya meha Sibata 2023ê de, li gor dawiya sala 2022ê %3.1 zêde bû û gihişte 153 milyar û 100 milyon dolaran. Ji %88.2ê deynê Tirkiyê yê derve bi pereyên biyanî ye, ku %44.5ê deynê Tirkiyê dolar, %25.5 euro, %18.2 pereyên biyanî yên din û tenê %11.8ê deyn bi lîreyên Tirkî ye.

Herwiha herî zêde sektora taybet ji derve re deyndar e. Deynê sektora taybet ê dem kurt 87 milyar û 700 milyon dolar e û deynê hikûmî ku hemû yên bankayên dewletê ne 31 milyar û 600 milyon dolar e.

%60.7ê deynê derve yê sektora taybet e, %22.1ê deynê derve yê saziyên hikumî ye û %17.2ê deyne derve jî deynê Banka Navendî ya Tirkiyê ye.