Misir daxwaza vekişîna hêzên Tirkiye ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dike

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Misir Tirkiye Samih Şukrî Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Misrê daxwazê ji Tirkiye dike daku hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyê vekişîne, lê Tirkiye jî pêdagire li ser helwêsta xwe.

Roja Pêncşemê, 13ê Nîsana 2023an, Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî serdana Tirkiye kir û di dema du mehan de bo cara sêyem li gel hevtayê xwe Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu civiya.

Şukrî behsa pirsa Sûriyê kir, ku di şerê navxwe yê vî welatî de, Tirkiye bi rêya hêzên xwe piştîvaniya grûpên çekdar ên opozisyonê dike.

Wezîrê Derve yê Misrê di konfranseke rojnamevnî de got “Min jê re got ku divê serwerî û yekîtiya axa Sûriyê bê parastin û min got ku divê hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin.”

Ji aliyê xwe ve, Çavuşoglu tekezî li ser helwêsta dîrokî ya  Tirkiye kir û got, hebûna hêzên welatê wî li Sûriyê bo şerê “terorê” pêwîst e. Çavuşoglu got jî “ Divê hûn piştrast bin ku ti gefeke me li wir nîne.”

Hebûna hêzên Tirkiye li Rojavayê Kurdistan û bakur û rojavayê Sûriyê bûye xaleke nakokiyê bo asayîkirina peywedndiyan di navbera Tirkiye û Sûriyê de.

Herçiqas Beşar Esed, vekişîna hêzên Tierkiye ji welatê xwe kiriye mercê civînê li gel Recep Tayip Erdogan.

Şukrî di vê mehê de, li Qahîre bo cara yekem piştî zêdeyî deh salan pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Sûriyê kir.

Ev peywendiya dîplomasî di navbera Qahîre û Enqere de, di demekê de ye ku Tirkiye dixwaze peywndiyaên xwe li gelek çend welatên Erebî asayî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst