Helûn Firat ji Partiya DEVAyê îstifa kir

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Helûn Firat Partiya DEVA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Serokê Giştî yê Partiya DEVA Helun Firat ragihand ku wê li ser pêwîstiyê û ji bo  zerar nede vê pêvajoyê dest ji kar berdaye.

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya DEVA Helun Firat roja Înê 14ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî bi peyamekê îstîfaya xwe ragihand.

Firat dibêje: “Tirkiye îro di qonaxeke bir girîng de ye. Di vê pêvajoyê de ez pê bawerim ku divê demokrasî û azadî bi hevre bên parastin. Ji bo serkeftina Hevpeymaniya Millet ez dê kar û xebat û piştgiriya xwe ya şexsî berdewam bikim.”

Helun Firat damezrênera Partiya DEVA bû zêdeyî 3 salan Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVA bû.

Helûn Firat keça siyasetmedarê kurd Dengir Mîr Mehmet Firat e ku di sala 2019an de jiyana xwe ji dest da.

Dengir Mir Mehmet Firat ku yek ji damezrînerên AK Partiyê ye, piştre 2 serdeman di HDPê de bû parlamenter.

Helûn Firat, Berpirsiyarê Polîtîkayên Çand, Huner û Turîzmê ya Partiya DEVAyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst