Dadgeha Bilind biryara azadkirina Ahmet Altan da

14-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara azadkirina rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û nivîskar Nazli Ilicak da.

16mîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, hikmê derbarê Ahmet Altan û Nazli Ilicak de ku ji doza dijî Cemaeta Fetullah Gulen bi hinceta “alîkariya rêxistina çekdar a terorê” di girtîgehê de ne hilweşand.

Lêkolîna temyîzê, doza "amajeya darbeyê" ya derbarê hewla darbeya 15ê Tîrmehê de, ji ber "bi zanebûn û bi dilxwazî alîkariya rêxistina terorê ya çekdar" Ahmet Altan bi 10 sal û 6 meh û Nazli Ilıcak 8 sal 9 meh cezayê zindanê hatibûn mehkûmkirin, hat temamkirin.

16mîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ya ku hikmê di derbarê Altan û Ilicak de betal kir, sedema betalkirinê û dema girtina Altan li ber çav girt biryara azakirinê da.

Dadgeha Bilind biryara betalkirinê ji ber ku li gorî madeya 220/7 Qanuna Cezayê Tirk daşikandin nehatiye kirin wergirtiye.

Parêzera Ahmet Altan, Figen Albuga Çalikuşu li ser hesabê xwe yê Twitterê got “muwekîlê min Ahmet Altan tê azadkirin. Nirx û hiquqa qerdunî şaşnabin. Lê zextên hiqûqî tên tomarkirin.”

Ahmet Altan ku piştî hewldana drabeyê ya 15ê Tîrmehê hatibû girtin û herî dawî cezayê muebetê hatibû hilweşandin û bi 10 sal 6 û Nazli Ilicak jî 8 sal û 9 mehan hatibûn sizadan.

Altan, piştî 3 sal û nîvan 4ê Mijdarê di danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 27emîn de, hatibû berdan.

Altan, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dîsa hatibû desteserkirn û bo Girtîgeha Silivriyeyê hatibû şandin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û rojnamevan Murat Aksoy de biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku mafê herdu rojnamevanan ku niha di girtîgehê de ne, hate binpêkirin.

Li gor biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mafê azadiya derbirin, dadgehîkirina biedalet, ewlehiyê Ahmet Altan hatine binpêkirin ku ew maf di Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê de hatine parastin.

Di vê çarçoveyê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku weke qerebûkirina manewî Tirkiye 16 hezar euro bide Altan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst