Li Dibistana Piyade ya Tuzlayê agir derket: 2 efser birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, li Dibistana Piyade ya Leşkerî ya Tuzlayê agir derket û di encam de du efser birîndar bûn.

 

Li bajarê Stenbolê agir îro Yekşemê (14.04.2019) derdora demjimêr 01.15 li avahiyeke çar qatî ya ku efser lê diman derket û heta niha nayê zanîn ka agir ji ber çi derketiye.

 

Dema agir derket hejmarek efser man asê û gelek tîmên agirvemirandin û tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Efserên ku mabûn asê ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hatin rizgarkirin û di encam de du efser birîndar bûn.

 

Herdu efser bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tuzlayê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

 

 Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin û lêpirsinêna derbarê bûyerê de jî berdewam e.