Tirkiye: Em bi kêfxweşî pêşwazî li operasyonê dikin

Navenda Nûçeyan – Tirkiyê piştgirî da operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya ser hikûmeta Sûriyê.

 

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Tirkiye operasyona ku Amerîka, Brîtanya û Fransa li dijî rejîma Sûriyê pêk anîn, weke bertekeke di cih de dibîne.”

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Li hember êrişa li Dûmayê ku gumanên bihêz hene li ser pêkanîna wê ji aliyê rejîmê ve, ev operasyon dengê wijdana hemû mirovahiyê bû û em bi kêfxweşî pêşwazî lê dikin.

 

Vê sibê Amerîka ligel Brîtanya û Fransa sê bingehên çekên kîmyayî û navendeke lêkolînên zanistî ya Sûriyê li Şamê kirin armanc û êrîşî taxa Berze, Cemreya û balafirxaneya leşkerî ya Meze hatin kirin.

 

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis ragihand ku qonaxa yekem a êrîşê bi dawî hatiye û diyar kir: “Me li Şamê pêgeheke çekên kîmyayî û navenda lêkolînê ya Sûriyê kiriye armanc.”

 

Wezîrê Berevaniya Brîtanya jî eşkere kir ku 4 balefirên Tornado di êrîşa asmanî de beşdar bûne û ew hewl didin di êrîşan de ti kesekî sivîl nebe qurbanî.