Erdogan: Eyalet û federasyon nîne

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, di rojeva wan de mijara eyalet û federasyonê tine ye.

 

Recep Tayyip Erdogan îro li bajarê Qonyayê beşdarî mîtîngekê bû. Erdogan di daxuyaniyên xwe de li ser nîqaşên sîstema eyalet û federasyonê jî axivî.

 

Erdogan got: “Parêzvanê herî mezin ê sîstema navendî ya yekparçeyî ya Tirkiyê di serî de şexsê min û em in. Eyalet e, federasyon e, ji van yek jî di rojeva me de tine û dê nebe jî.”

 

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir ku sîstema federasyonê di dîrokê de maye û got: “Êdî siyaset, xwe nû dike. Sîstemên rêveberiyê têne nûkirin. Ez ji vir careke din dubare dikim, di sîstema navendî ya komarî de em bi biryar in li ser mijara heta hetayê payîdarkirina vê sîstemê.”

 

Binali Yildirim: Eger eyalet hebe, ezê dev ji karê xwe berdim

 

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim jî li Enqerê di civînekê de diyar kir, di vê destûra nû ya Tirkiyê de sîstema eyaletê tine ye û got: “Eger di vê destûrê de li cihekî eyalet hebe, eger bendeke ku ji sîstema eyaletê re rê veke hebe, ezê îro yekser serokatiya partiyê û erka xwe ya serokwezîriyê berdim.”

 

Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçeli li ser gotareke nivîskarekî tirk, bertek li AK Partiyê nîşan dabû ku ew dê sîstema eyaletê bînin.