Altan Tan bo PKK: Paşve vekişîn!

 

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan, piştî pevçûna li Agirî, banga paşve vekişane li PKK kir.

 

Altan Tan duhî bû mevanê bernameya CNN Turk a bi navê “Tarafsiz Bolge” û derbarê pevçûna li Çiyayê Tendurek a Agiriyê a navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û gerîllayên PKKê de axivî.

 

Tan banga PKK kir û wiha got: “Em ji PKK re vê yekê dibêjin. Divê em vê mijarê de zelal bin. Divê xwe ji vê rewşa alozî û tarî xwe paşve vekişîne û rê nede bûyerên wiha rû bidin.”

 

11ê Nîsanê li çiyayê Tendûrekê li herêma Agirî ya Bakurê Kurdistanê, pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de derketibû. Di encamê de Berpirsê berê yê HDPê li navçeya Diyadînê ya Agirî, Cezmî Budak û gerîlayekê PKK şehîd ketibû û sivilek û 4 leşkerên Tirkiyeyê jî birîndar bibûn.

 

Hin siyasetmedar dibêjin, heta hilbijartinên 7ê Hezîranê dibe ku pevçûn zêdetir bibin.