Erdem: Li Tirkiyeyê kurd bûn her tişt tenê nebûn kurd

14-04-2013
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Aqilmendan BDP AKP Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw/DÎHA) - Serokê Şanda Komîsyona Mirovên Aqilmend a herêma Egeyê Tarhan Erdem, diyar kir ku gelê kurd bi salan in rastî polîtîkayên înkar û îmhayê tên û wiha got: "Ger ku biratî tê xwestin wê demê divê herkes xwedî heman heq û hiqûqan be. Ger ku em vê pirsgirêkê çareser bikin dê hemû gelê Tirkiyeyê xwedî mafên wekhev be.”

Şanda Komîsyona Mirovên Aqilmend ya Herêma Egeyê li Îzmirê bi saziyên sivîl ên civakî re civîn pêk anî. Civîn li Yekîtiya Anadolu pêk hat. Beriya civînê komek endamên Partiya Karkeran li ber avahiyê silogan berz kirin û xwestin tevliheviyê bikin. Di civînê de nûnerên saziyên sivîl ên civakî, endamên şanda komîsyonê Tarhan Erdem, Baskın Oran, Fehmi Koru, Avnî Ozgurel, Hasan Karakaya û Fadime Ozkan amade bûn. Di civînê de serokê şandê Erdem, diyar kir ku ji bo her herêmekê şandek hatiye avakirin û ew jî hatine Egeyê û wiha got: "Em dixwazin daxwaz, pêşniyar û rexneyên civakê tespît bikin û ji ber vê yekê em di nava xebatek serbest de ne. Li Tirkiyeyê bi salan e pirsgirêka kurd heye. Ji ber ku polîtîkayên înkar û îmhayê liser gelê kurd tê meşandin, pirsgirêk nayê çareserkirin. Kurdan ji Tirkan bêtir perwerdehî dîtine. Çi dibe bila bibe me neheqî li wan kiriye. Mixabin li Tirkiyeyê mafê demokratîkbûnê nedane kurdan. Li Tirkiyeyê kurd bûn her tişt, lê tenê nebûn kurd. Bi zanebûn an ne bi zanebûn li kurdan neheqî hat kirin."

Kurd bi salan in rastî neheqiyê tên û divê êdî heqê wan bê dayîn û wiha got: “Ger ku em vê meseleya wekheviyê û edaletê çareser bikin, dê li Tirkiyeyê hemû kes xwedî heman heq û hiqûqan be. Em bawer dikin ku bi hewldanê dê her tişt çareser bibe. Divê êdî em mafên gerdûnî têxin meriyetê.”

'Li Tirkiyeyê pirsgirêka mezin demokrasî ye'


Endamê şandê Avnî Ozgurel jî anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn û girîng demokrasî ye û got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd, elewî û mafên mirovan heye. Dîsa pirsgirêka suryanî û civakên din heye. Divê ev mesele tev bi makeqanûna demokratîk çareser bibe.”

Baskın Oran jî anî ziman ku ev pêvajo ne tenê bi kurdan ve girêdayî ye û wiha got: "Ev pêvajoya hemû Tirkiyeyê eleqeder dike. Di sala 1915an de li Tirkiyeyê komkujiya Ermeniyan pêk hat. Pirsgirêka Ermeniyan dibin pirsgirêkên kurd û îslamê de hat veşartin. Mijara îslamê piştî AKP hat îxtîdarê çareser kir. Hê jî mijara Ermeniyan nehatiye çareserkirin. Niha dîsa pirsgirêka kurd jî li pêş me dîwarek e. Me ev avêt bin xaliyê, lê piştî bêhn da wekî zombiyan xwe avêtin ser me. Ev zombî ziravên me diqetînin. Ji ber vê yekê li Îzmirê piştgirî kêm e. Bajarê Îzmirê di nava bajarê Tirkiyeyê de bajarê herî mezin cudahiyên wî zêde ye. Bajarê ji aliyê bîr, bawerî ûpir rengiyê bajarê herî dewlimen de. Lê bi qasî vê yekê ewqas jî dewletparêz û lîberal e."

Endama şandê Fadime Ozkan, jî anî ziman ku ew tirk e û canê tu kesên nêzî wê ne êşiya ye û wiha got: "Divê em guh bidin wijdanên xwe. Em li ser mijarek mirovane radiwestin. Divê êdî em atmosferek ku bes xwîna ciwanan birije ser axê avabikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst