Hezkiriya xwe ya 17 salî kuşt û paşê jî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzhega Aydinê ciwanê bi navê Î.O. (19), hezkiriya xwe ya 17 salî kuşt û paşê jî xwe kuşt.

Bûyerê li navçeya Nazîlliyê ya parêzhega Aydinê ya Tirkiyeyê rû da.

Li gorî agahiyan, Î.O. çû kargeha ku hezkiriya wî lê dixebitî.

Li kargehê her du ketin qirika hev û Î.O. bi demançeyê gule lê reşandin û paşê xwe jî kuşt.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du jî li cihê bûyerê mirine.