QEYSERÎ – Bi demançeyê êrişî otomobîla DEM Partiyê hat kirin

14-03-2024
Nîşan Qeyserî DEM Partî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina DEM Partiyê ya Qeyseriyê ragihand ku li navçeya Kocasînanê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê êrişî otomobîla wan a hilbijartinê hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, li kolana Sîvasê ya Kocasînanê dema otomobîla DEM Partiyê ji bo bangeşeya hilbijartinê li nav bajêr digeriya kesekî bi demançeyê gule berdaye otomobîlê.

Di encamê de ti ziyanên canî çênebûne.

Kêliyên dema êrişê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatine tomarkirin.

Polîsan êrişkar desteser kiriye.

Li hêla din, Navenda Ewlehiyê ya Qeyseriyê îfadeyên berpirsên Rêxistina DEM Partiyê ya Qeyseriyê jî wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst