Rojjimêra hilbijartina di Rojnameya Fermî de hat belavkirin

14-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK), rojjimêra hilbijartinên Serokkomariyê û Parlementoyê yên 14ê Gulana 2023an di Rojnameya Fermî de belav kir. Li gor rojjimêrê lîsteya berbijêrên serokkomariyê 31ê Adarê û lîsteya berbijêrên parlamenteriyê jî 19ê Nîsanê mîsoger dibin.

Rojjimêra hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê ku biryar e roja Yekşemê 14ê Gulanê 2023an bên kirin, îro 14ê Adarê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Li gor rojjimêrê; kar û xebatên hilbijartinê 18ê Adara 2023an de destpê dikin. Serlêdana partiyên siyasî bo diyarkirina berbijêrê xwe yê Serokkomariyê li Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) dê roja 19ê Adarê de destpê bike û 23ê Adarê roja Pêncşemê demjimêr 17:00 bidawî bibe.

Lîsteya berbijêrên Serokomariyê dê 31ê Adarê di Rojnameya Fermî de were belav kirin. Heman rojê dê pêvajoya propagandeya hilbijartinên serokkomariyê jî destpê bike. Lîsteya berbijêrên parlamenteriyê jî dê roja Çarşembê 19ê Nîsanê di Rojnameya Fermê de bê belavkirin.

Lîsteya dengderan jî dê roja Duşemê 20ê Adarê bê ragirtin û roja 2ê Nîsanê lîste bê vekirin. Nasnameya dengderên li navxwe û derveyî welat dikarin deng bidin, cih û sindoqên wan ên dengdanê roja Çarşembê 12ê Nîsanê eşkere dibe.

Dengdan li derveyî welat û di deriyên sînorî jî roja Pêncşembê 27ê Nîsanê destpê dike û roja 9ê Gulanê bi dawî dibe. Herwiha li nav Tirkiyê roja 14ê Gulanê bo hilbijartina serokkomar û parlamentoyê gengder diçin ser sindoqan û deng didin.

Di hilbijartinên serokkomariyê de eger di gera yekem de encamek dernekeve dê gera dûyem roja Yekşemê 28ê Gulanê bê kirin. Bo gera dûyem dengdan li derveyî welat û deriyên sînorî jî 20 Gulanê destpê dike û 24ê Gulanê bidawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst